Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Amerîka li ser DAÎŞ li Îraqê û Sûrîyê Didomin


Firokên şerker û firokên bê firokevan û firokên din yên Amerîkî roja Înê, îro berdewam bûn li ser êrîşên xwe dijî armancên DAÎŞ li Îraqê û Sûrîyê.

Komandariya Navindî ya Amerîkî got li sê êrîşên esmanî nêzîkî parêzgeha Deir el Zour çar tankên komela DAÎŞ jinavbirin û ziyan gehande tankek din.

Komeleka ku zêrevaniya şerê li Sûrîyê dike îro got wedyare ku li êrîşên bi şev li Deir el Zour cihên pitrolê bibûn armanc. Komela Zêrevaniya Mafên Mirovan ya Sûrî got êrîş li ser navendeka komandariya DAÎŞ jî hatibû kirin.

Li Îraqê, Komandariya Navindî ya Amerîkî got li heft êrîşên esmanî, çend corên otombîlên zirîpoş ku sê ji corê Humvee û otombîleka dijî mayina bun û dibêje ku çend otombîlên din û bingehên DAÎŞ li nêzîkî Kerkuk, û rojava Bexda û nêzîkî Qaîm hatin lêdan.

Çêdibe ku Brîtanya jî li demekê nêzîk pişkdarî êrîşêm esmanî li Îraqê bibe, heke parleman îro dengdanê li ser hindê bike her wek çaverê tê kirin.

XS
SM
MD
LG