Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkîyê Wê Qanûnên Destwerdana Leşkerî Gotûbêj Bike


Li parlemena Tirkîyê amadekariyên derxistina qanûnên destwerdana sînorê Sûrîyê û Îraqê destpê dikin.

Li demeke ku operasyonên esmanî yên hevalbendiya navnetewî li Îraq û Sûrîyê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) berdewam dikin, hikûmeta Tirkîyê jî bi mebesta parastina sînorê xwe, qanûnên destwerdana leşkerî jibo Sûrîyê û Îraqê gotûbêj dike.

Serokê parlemena Tirkîyê Cemîl Çîçek, roja Duşemê dîyar kir, pêşniyarên qanûna destwerdanê roja Sêşemê têne ber destê wan.

“Hikûmet dixwaze ev qanûn berîya ku maweya yên berê derbas bibe, li pêşîya cejna Qurbanê werin gotûbêjkirin û ji parlemanê derbas bibin.”

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç jî li ser derxistina van qanûnan da xuya kirin, roja Pêncşemê wê li parlemanê gotûbêj û nirxandin li ser pêşniyarqanûnên hikûmetê pêk werin.

Cîgirê Serokwezîr got, “Wê naveroka van qanûnan ji yên berê cudatir û bihêztir be. Di herdu qanûnan de jî bi hinceta ewlehiya Tirkiyê, wê ji parlemanê daxwaz bê kirin ku her cure şert têde cî bigirin. Em neçar in artêşa xwe tevî hemû derfetên wê bixin amadebaşiyê û erkdar bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) qanûnên destwerdana leşkerî li dijî destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê dinirxîne û daxuyanîyên karbidestên Tirkîyê yên ser avakirina herêmeke bi ewle li hûndirê sînorê Sûrîyê jî bi tundî rexne dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG