Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Helwesta Xwe ya Dijî DAIŞ’ê Dîyar Dike


Li demeke ku kaolîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ku serkêşîya wê Amerîka dike li benda zelalbûna helwesta Tirkîyê ye, karbidestên Tirkîyê civînên xwe berdewam dikin.

Îro Sêşemê çend civînên girîng li Tirkîyê pêk tên ku ya pêşî do êvarê di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de pêk hatibû.

Hate ragihandin, li civîna Erdogan û Davutoglu li ser amedekariyên jibo dîyarkirina helwesta Tirkîyê dijî DAIŞ’ê û derxistina qanûnên destwerdana sînorê Sûrîyê û Îraqê hatiye rawestîn.

Piştî van hevdîtin û danûstandinên ku ji do Duşemê ve berdewam dikin, îro Sêşemê jî bi Seroktiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu civîna wezîran li Enqerê hate lidar xistin.

Serokwezîr Davutoglu li dema civîna wezîran dom dikir, bi awayekî surprîz beşdarî Civîna Taybet ya Ewlekariyê bû.

Li vê civînê Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel, Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Navxweyî Efkan Ala û Serokê Îstixbarata Milî Hakan Fîdan beşdarî kirin.

Her ku ti daxuyaniyek nehate dayîn jî tê ragihandin ku li civîna ewlekariyê nirxandin li ser ewlekariya sînorê Tirkîyê hatine kirin û jibo avakirina herêmeke ewle li sînorê Sûrîyê jî amadekariyên artêşa Tirkîyê hatine gotûbêjkirin.

Li bîragiştî ya Tirkîyê tê gotin,u ji van rêzecivînan dîyar dibe, Tirkîye xwe amade dike bi awayekî çalaktir beşdarî koalîsyona şerê dijî DAIŞ’ê bibe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG