Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Meha Îlonê de Pirtir ji Hezar Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Peqînek li Îraqê (Arşîv)
Peqînek li Îraqê (Arşîv)

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê dibêje, di meha Îlonê de herî kêm 1100 kes jiber kiryarên terorîstî û tundîya berdewam hatine kuştin.

Nûnertîya NY îro Çarşemê bi raporteke ragihand ku 2014 jibo Îraqê bûye saleke pir tund.

NY dide zanîn ku 854 ji qurbanîyên meha Îlonê sîvîl û 256 kes jî endamên hêzên ewlekarî yên Îraqî ne.

Di neh mehên pêşîn yên vê salê de dora 12 hezar kes jîyana xwe hinda kirine ku piranî jî ji di kiryarên DAÎŞê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG