Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkîyê Tezkereya Sûrîyê û Îraqê Qebûl Kir


Parlemana Tirkîyê qanûna ku destûrê dide operasyonên leşkerî li Sûrîyê û Îraqê û têkoşîna bi DAIŞ’ê re, piştî gotûbêj û nîqaşên dirêj pesend kir.

Tezkereya palemana Tirkîyê roja Pêncşemê ji 396 dengên beşdar, bi 298 dengên erê û 98 dengên na yê parlemanteran hate qebûl kirin.

Li gor vê qanûnê hikûmeta AKP’ê dikare leşker bişîne derveyî welat û leşkerên biyanî jî dikarin bi mebesta bicihanîna biryarên NY û koalîsyona dijî DAIŞ’ê, leşkerên xwe derbas bikin.

Li dema civîna parlamenê partîyên opozîsyonê Partiya Gel ya Komarî (CHP) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dijî vê qanûnê derketin.

Parlemanterên CHP’ê di axaftinên xwe de, naveroka tezkereyê rexne kirin û dîyar kirin, ji terora DAIŞ’ê bêhtir ev qanûn li dijî rejîma Esed e ku tenê carekê navê DAIŞ’ê tê de derbas dibe.

Parlemanterên HDP’ê jî bi taybet rewşa Kobanê ku dibin êrîşên dijwar de li hember DAIŞ’ê berxwe dide bi bîr xistin.

Parlemantarê HDP’ê yê Hekarî Adil Zozanî bal kişand ser avakirina herêma bi ewle ku hikûmet dixwaze li nav Sûrîyê ava bike.

“Jixwe li wir herêma bi ewle hebû. Xelkê Rojavayê Kurdistanê parastina xwe dikir. Lê hikûmeta Tirkîyê jibo destkeftiyên Kurdan paşve bixe û çavê xwe ji vê hovîtiyê re girt.”

Biryara parlemana Tirkîyê wekî bersiva civaka navnetewî ya koalîsyona ku dijî DAIŞ’ê şer dike tê nirxandin.

Her çiqas CHP vê qanûnê ji DAIŞ’ê bêhtir wekî hinceta rûxandina rejîma Esed dinirxîne jî ji hêla HDP û Kurdan ve jî wekî dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê tê şîrovekirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG