Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Berpirsên Başûrê Fîlîpînî : Çekdarên DAÎȘ li Herêmên Me Alîgir Peyda Dikin


Berpirsekî ligel civata Fîlîpînî ya dijî terorê dibêje, gelek faktor dihêlin ku welat jar û lawaz be, jibo vekișandina gruba DAÎȘ a terorîst.

Alîkarê Wezîrê Derve Oskar Valenzuela dibêje, parastina deriyên çûn û hatinê di ava beramber parêzgehên bașûre de, ew bêhtirî taqeta hikûmetê ye, di dema ku medya civakî daçekek a xurte ji bo șandina Propaganda cîhadiyan bo ciwanan, li gel ku nêzîkî 2 milyon ên ku bi nasnameya xwe Fîlîpînî ne,li derveyê welat wekî contarter li nêzîkî cihên nakokî û șeran kar dikin.

“Me gelek Fîlîpînî li Rojhilata Navîn hene û bê guman em li wan dinerin wek yek ji wan Kertên di metirsiyê de.”

Valenzuela dibêje, renge karker ji aliyê gurûpa DAÎȘ ve werin xapandin bi pereyên bîrên niftê ku wan li Iraq û Sûriyê destê xwe dane ser.

Armanca gruba DAÎȘ ew e Xîlafetekê ava ke ku peyweriya wergerandinek a tundrê ji Îslamê dike.

Medya jimara endamên wan di navbera 30 hezar û 80 hezarî de radighîne, ku di nav de jimarek a ne diyar ji welatên rojava ne.

Çend berpirsên navxweyî ji civatên șaredariyên bașûrê Fîlîpîn, dibêjin çekdarên DAÎȘ li herêmên wan alîgiran ji xwe re çê dikin, lê șîrovekar û berpirsên leșkerî dibêjin, ev rapor nehatine teqez kirin, û wan çi belge li ser hebûna DAÎȘ li Fîlîpîn nînin.

Genêral Cosêlîto Kakîlala dibêje, berpirsên parastinê hișdar bûne li ser pêșbîniya çalakiyên bikaranîna xelkê wekû çekdar. Wî gotarek a serokê hêzên Fîlîpîn yên çekdar li ser radîkalîsmê li Manêla Paytext xwend.

“ Eger bi rêkûpêk çareser nebe, wê ev tevger karibe grûpên tundrew li hundirê welat bêhtir radîkal bike û hewildanên hikûmeta Fîlîpîn ji bo aștî û geșepêdana li Mindanao bi șûn bixe .”

Girava bașûr a Mindanao ew cihê piraniya misilmanên welate. Buharî, mezintirîn gurûpa serhildêr a misilman,ku bi navê Eniya rizgariya Îslamî Moro tê nasîn, aștiyek a berdewan li gel hikûmetê li dar xist da dawiyê li çel salî ji șer bînin.

Lê hindek gurûpên biçûk ku bi rêbaza cudaxazan bawerin, piștgiriya rêkeftinê nakin, evana bi awakî sereke dihêlin ku welat lawaz bibe li hember derbasbûna gurûpa DAÎȘ.

Mûhagir Îqbal, ku serokê guftûgoyên aștiyê ye, li nik Eniya rizgariya Îslamî Moro, dibêje, wan çi dil nîne tevlî gurûpa DAÎȘ bibin, belê ew bawere ku çêkirina alîgiran ji wan re tiștekî ne pratîkiye:

“ heta ji aliyê logistî ve, șandina xelkê bo Sûriyê û Bexda gelekî zore,ji wan re baștirê ku pereyan ji bo kirîna çekan bikar bînin bêhtirî ku ji bo çûyîna xelkê bo Sûriyê û Bexda xerc bikin.”

Di dema ku desthilatdar lêpirsînan li dor hebûna gurûpa DAÎȘ dikin, berpirsê civata dijî terorê, Oskar Valenzuela dibêje, nivîsîngeha koçberiyê gelek bend li ser systema gihîștin û derketinê danîne.

ji bo gudarîkirina li raportê, li lînka jêrîn kilîk bike

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG