Civata Tenahîya N.Y, Serokê Amerîkî Barak Obama û Serekwezîrê Birîtanya serbirîna barimtekê Birîtanî ji alîyê komela teroristî ya al-Dewle Îslamîye (DAÎŞ) şermezar dikin.
Daxuyanîya Civata Tenahîyê dibêje, civaka navneteweyî bi tundî kuştina bi awayê durûndane û nemerd ya Alan Hanning şermezar dike.
DAÎŞ doh vîdyoyek weşand têde serê karmendê xwebexşê alîkarîyên mirovanî yê Birîtanî nîşan dide.
Milîtanên DAÎŞ gefeya serbirîna Amerîkîyekê dî binavê Peter Kassing. Karbidestên Amerîkî piştrast didikn kû Peter li cem DAÎŞ girtîye.
Li çend heftîyên borî DAÎŞ serê 3 bîyanîyan birîye, 2 Amerîkî û Birîtanî yek û dibêjit ew toleya hêrîşên bi firokan yên hevpaymana ye li dijî wan di Îraqê de.