Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Êrîşên Xwe li ser Kobanê Berdewam Dike


Roja Yekşemê dûman bi ser esmanê bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê kir, li vê dema ku şer li navbera mîlîtanên Dewleta Îslamî û hêzên Kurd berdewam dike.

Ev şerê dawî tê rojekê piştî ku karbidestên Kurd ragihandin ku DAÎŞ Şemiyê Kobanê ji sê hêlan ve bombebaran kir.

Ev êrîş hewildanên dawî ne ji aliyê rêxistina terorîst ve bo kontrolkirina bajarê Kurd.

Di heman demê de êrîşên esmanî yên Amerîkî li hinek bingehên DAÎŞ yên derdora Kobanê didin.

Li gorî tê pêşbînkirin, 160 hezar Kurd ji Kobanê neçar mane ku jiber şer malên xwe li dû xwe bihêlin û dagerin Tirkiyê.

Ji nîvê meha Êlona bûrî de, rêxistina terorîst êrîşî Kobanê û derdora wê dike. Di encamê de wê bi dehan gundên Kurdan kontrol kiriye.

Di pêşketineke din de, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden daxwaza lêborînê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, piştî gotibû ku Tirkiyê rê daye DAÎŞ ku derbasî Sûriyê bibe û herwiha piştgiriya leşkerî daye rêxistina Îslamî ya tundrê.

Daxuyaniyek Koçka Spî got ku Biden roja Şemiyê peywendî ligel Erdogan kir û daxwaza lêborînê jê kir.

XS
SM
MD
LG