Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Dê Çawa Alîkariya Tirkiyê li Hember Êrîşên DAÎŞ Bike?


Wekî endameke NATO, mafê Tirkiyê heye ku alîkarî ji 27 endamên din yên rêxistinê pêre were kirin eger axa wê hate dagîrkirin. Ji nuha de sîstema dijî mûşekan û alîkariya din gihiştiye Tirkiyê jibo piştgiriya berevaniya wê.

Di hefteya pêşî de ji karê wî, sekreterê giştî yê NATO yê nû, Jens Stoltenberg, ew pêgiriya ligel Tirkiyê piştrast kir.

Birêz Stoltenberg dibêje, divê Tirkiyê zanibe ku ewê NATO li wir eger ti êrîş li ser wê hatin kirin, wekî encama tundûtûjiya ku em îro li Sûriyê dibînin.

Lê şirovekar dibêjin ku ewê NATO dudil be ku bêtirî tiştê jê tê xwestin jibo Tirkiyê bike. Birêz Yanning bi riya Skype ligel Dengê Amerîka axivî.

Pêgiriya berevaniya hevbeş bingehê hevpeymaniya NATO ye. Pispor dibêjin, ev pêgirî tê dema ku endameke NATO ji aliyê artêşekê yan rêxitienke çekdar li jêr gefeyê be. Ew çaverê dikin ku NATO bersivekê bide eger DAÎŞ êrîşî Tirkiyê kir, lê ew nikarin bibêjin ku ew bandora wê yekê çi be.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG