Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Êrîşên Xwekuj li Qeretepe Pêk Tîne


Tundûtûjî îro Yekşemê li Îraqê berdewam kir, bi kuştina bêtir ji 25 hêzên ewlekariya Kurdî di sê teqînên trimbêlên xwekuj de.

Li navçeya Qeretepe her sê trimbêl li avahiyeke hikûmetê teqiyan, cihê ku Pêşmergeyên dêrîn xwe lê tomar dikirin da ku tevlî şer bibin. Desthilatdaran got ku bi kêmî 60 kes di teqînan de birîndar ketin. Du avahiyên hikûmetê hatin xwarê û xelk di hundir de asê man.

Li gorî agahiyên Dengê Amerîka, jimara kuştiyan bi ser 50 kesî dikeve.

Piştî çend demjimêran, rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî berpirsiya vê êrîşê xiste stûyê xwe. DAÎŞ got ku êrîşênbirên xwekuj cîhadiyên ne Îraqî bûn.

XS
SM
MD
LG