Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welat Ûcê: Biryara Leşkeriya Bi Zorê Xizmeta Kurdên Sûrî Nake


Welat Ûcê.

Rêvebiriya Kantona Cizîrê biryarek stand ku hemû xortên gencên yên navbera 18 û 30 salî werin kişandin jibo xizmeta leşkerî. Ev biryar di demekê de tê ku herêmên Kurdistana Sûriyê ketine jêr metirsiyên çekdarên DAÎŞê.

Lê belê gelek kesayetî û aliyên siyasî vê biryarê şaş dibînin û dibêjin xizmeta pirsgirêka Kurd di vê demê de nake.

Welat Ûcê, endamê desteya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, dibêje ku ev biryar yekalî ye û ne bi razîbûna hemû partiyên siyasî hatiye standin.

Birêz Ûcê herwiha dide zanîn ku Kantona Cizîrê bi van biryaran xelkên Kurd tûre dike.

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya hevpeyvînê, fayla deng ya jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG