Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bingehên PKK ê Dane ber Bomban


Ragihandina Tirkîyê dibêje ku frokên şerker yên hikûmetê bingehên serhildayên Kurd li başûra rojhilata welatî dane ber bomban ku eve cara yekê ye êrîşa esmanî ye li ser wê komelê ewey danûstandinên aştîyê destpêkirîn berî du salan.

Rojanama Hurriyet dibêje frokên şerker roja Yêkşembî bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê dane ber bomban li parêzgeha Hakkarî.

Tê ragihandin ku ew bombaran kirin bersivek bu beramber êrîşa PKK ê li ser niqteyên leşkerî li wê deverê.

Li heftyên burî xwenîşanderan daxwaz kir ku leşkerê Tirkîyê ji tixûb derbazî Sûrîyê bibe, ku li wir milîtanên DAÎŞ bajarê Kobanê dorpêç kirye.

XS
SM
MD
LG