Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Leşkerî yên Amerîka û Hevalbendiyê li ser Stratejiya Dijî DAÎŞ Kom Dibin


Serokê Amerîka Barack Obama û komandarên leşkerê Amerîkî biryara îro digel rêberên berevaniyê yên biyanî kom bibin bo danûstandinê li ser bizavên hevalbendiyê bo şerê dijî milîtanên DAÎŞ li Îraqê û Sûrîyê.

Peyvdarekê serokê hêzên Hevpişk yên Leşkerê Amerîka Ceneral Martin Dempsey dibêje li danûstandinên ku li dê bingehê hêza esmanî Anrews li dervey Washington bê kirin dê behsa astengên di rêya şerê dijî DAÎŞ de û nexşa paşrojê bê kirin. Tê çaverê kirin ku nûnerên 22 welatan, ji wan Tirkîye dê pişkdar bin.

Li heman dem, bo control kirina Kobanê, li Sûrîyê li başûra Tirkîyê, şerê tund navbera şerkerên Kurd û milîtanên DAÎŞ berdewam e.

Komela Mafên Mirovan ya Sûrî bingeh li Brîtanya got ewey şeva Dûşembî hevalbendîya bi rêberya Amerîka pênc êrîşên esmanî dijî DAÎŞ kirine.

Bizavkar li herêmê dibêjin şerkerên Kurd gireke stratejî (Tel-Shayeer) nêzîkî Kobanî kontrol kir û alayê reş yê DAÎŞ îna xwarê.

XS
SM
MD
LG