Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşeng Osê: Kurdên Sûrî Dikarin Bibin Hevalbendên Amerîkayê


Hoşeng Osê
Hoşeng Osê

Fermandarîya Hevbeş ya Hêzên Amerîkî ragihand ku firokên şer yên koalîsyona navnetewî çek û alîkarîyên din gihandine şervanên Kurd li bajarê Kobanê.

Ev yek tê, çend rojan piştî ku Wezareta Derve ya Amerîka eşkere kir ku ew ligel karbidestên Partiya Yekîtîya Demoktratîk (PYD) kom bûye.

Ev guhertin di demekê de tên ku êrîşên mîlîtanên Dewleta Îslamî li ser Kobanê berdewam dikin.

Gelo sedem çi ye ku ji nişka ve Amerîka xwe bi vî awayî nêzîkî Kurdên Sûriyê dike?

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, nivîskarê sîyasî Hoşeng Osê dibêje, ev guhertina helwestê ji alîyê Amerîka ve tiştekî balkêş e û ew dide xuya kirin ku êdî Washington girîngîya Kurdên Sûrîyê dibîne

Birêz Osê herwiha dide zanîn ku derfeteke zêrîn li pêş Kurdên Sûrîyê heye dikarin tê de bibin hevalbendên Amerîka li herêmê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî vekin.

Hevpeyvîn bi Hoşeng Osê re
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:52 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG