Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Mîlîtanên Dewleta Îslamî Şerê Xwe li Kobanê Berdewam Dikin


Şervanên Kurd û mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) şerê xwe li bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûrîyê berdewam dikin.

Tîrêjên dûmanê îro Sêşemê li esmana bajêr kom bûn, di vê demê de ku her du alîyan şerê li ser Kobanê dom kirin.

Şerê Kobanî bûye sedema piştgirîya navnetewî ji Kurdan re da ku hewildanên rêxistina terorîst jibo kontrolkirina bajêr têk bibin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku firokên şer, yên koalîsyona bi rêvebirîya Amerîka, êrîşên nû îro Sêşemê li dijî armancên mîlîtanên DÎÎŞ li deverê pêk anîne.

XS
SM
MD
LG