Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Mihemed: Penaberên Kobanê Dixwazin di Zûtirîn Dem de Vegerin Warê Xwe


Alîkarîya leşkerî ya ku ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bi rêya firokên şer yên Amerîkî, gihiştin şervanên Kurd li bajarê Kobanê, hêvîya penaberên bajêr yên li Tirkiyê zêde kirine ku zû vegerin welatê xwe.

Penaberên Kurd dibêjin, eger Kurd di şer de biserketin, ewê demûdest vegerin malên xwe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, çalakvanê sîvîl û endamê Heyva Sor ya Sûrîyê Adil Mihemed dibêje ku penaberên Kobanî li Tirkîyê dixwazin di zûtirîn dem de vegerin cih û warên xwe.

Birêz Mihemed herwiha şîrove dike ku tevî rewşa wan ya xirab, penaber deqe bi deqe nûçeyên şer li Kobanê dişopînin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna, fayla dengî ya jêrîn klîk bikin.

Hevpeyvîn bi Adil Mihemed re
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG