Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Mîlîtanên PKK ji Alîyê Leşkerên Tirk ve Hatine Kuştin


Şervanên PKK
Şervanên PKK

Ajansa Reuters ragihand ku leşkerên Tirk 3 mîlîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kuştin.

Karbidestên Tirk got, ew 3 kes beşeke ji wê koma PKKê bûn ku êrîşî kargeheke enerjî li bajarê Qersê kiribûn.

Şervanên PKK ya qedexekirî 2 otomobîl û maleke biçûk li navçeya Kaxizman şewitandibûn û teqe li leşkeran kiribûn, daxuyanîya sererkanîya artêşa Tirk di malpera xwe de ragihand.

Kuştina 3 şervanên PKK di demekê de tê ku bi deh hezaran xwepêşandêr jibo protestokirina helwesta hikûmeta ya ser Kobanê derketibûn kolanan.

Di wan xwenîşandanên berfireh de bi dehan kes li rojhilata Tirkîyê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG