Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Parlemaneke Nû Hildibijêre


Ukraynayê îro Yekşemê jibo parlemaneke nû dengdanê dike. Hilbijartinên îro yên yekê ne ji dema xwepêşandinên Kiyêvê li dijî Serokê ser bi Rûsya Viktor Yanukovich ku li Sibatê dest ji kar berde. Ew yek jî bûbû sedem ku rêberiyeke ser bi Ewropa ve li jêr Serok Petro Poroshenko were desthilatê.

Şirovekar dibêjin, tê çaverêkirin ku partiya birêz Poroshenko piraniya dengan di hilbijartinên Yekşemê de bidest bixîne, lê hîn ne diyar e ka gelo partiya wî dikare bi tena xwe hikûmetekê damezrîne bêyî ku koalisyonekê ava bike.

Lê belê, dengdar li herêma Kirimê dê nikaribin beşdarî dengdanê bikin, jiber ku ew ji aliyê Rûsya ve hatiye dagîrkirin. Li hinek beşên rojhilata Ukraynayê jî hilbijartin pêk nayê jiber ku ew li jêr kontrola cudaxwazan in.

Rawergirtin nîşan didin ku piraniya xelkê Ukraynayê piştgiriya reformên demokratîk û abûrî dikin, bi taybet tepeserkirina gendeliyê, da ku di dûmahîkê de welatê wan bibe beşek ji Yekîtiya Ewropayê.

XS
SM
MD
LG