Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Derwîş: Şandina Pêşmerge ji Xeynî Kurdan Daxwaza Amerîkîyan e jî


Endamê Desteya Sîyasî yê Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê ji Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Selah Derwîş, şandina hêzên pêşmerge jibo parastina Kobanê dinirxîne.

Birêz Derwîş ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, şandina pêşmerge jibo Kobanê ji xeynî Kurdan daxwaza rêvebirîya Amerîkî bixwe ye ku nehêle DÎÎŞ dest deyne ser sînor.

Derwîş nezelalîya hejmara pêşmergeyên werin şandin bi bîr dixe û dibêje, em hêvî dikin di navbera Kurd û Kurdan û Kurd û Tirkîyê de lihevkirinekê çêbe.

Sîyasetvanê Kurd dide zanîn, Tirkîye tevî ku PYD’ê wek teror dinirxîne jî, niha ketiye heyra xwe ku rojekê DÎÎŞ li wan vegere.

Birêz Derwîş balê dikişîne ser lihevkirina peymana Duhokê û wiha dipeyive:

“Jibo rizgarkirina gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ENKS amade ye, bibe alîkar. Ger tifaqa Duhokê here serî, wê Kurd bikaribin bi yekîtîya xwe vê terorê bişkînin.”

Selah Derwîş bi bîr dixe, wê şandina pêşmerge ji hêla hestî wê bandorê bike û moreleke mezin li ser gel çêke.

Hevpeyvîn bi Selah Derwîş re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG