Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê HAK-PAR’ê: Di Kongreyê De Peyamên Girîng Jibo Kurdistanê Hatin Dayîn


Fehmî Demîr.

Li Kongreya 6’an ya Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ku roja Yekşemê li Enqerê pêk hat, Fehmî Demîr wek Serokê Giştî yê partîyê hate hilbijartin.

Serokê berê yê HAK-PAR’ê Kemal Bûrkay ku qasî 50 sal in di nav sîyaseta Kurd de ye, li vê kongreyê nebû namzed.

Hilbijartinên seroktîyê di navbera Bayram Bozyel, Celal Baykara û Fehmî Demîr de pêk hatin ku di gera diduyan ya dengdanê de Fehmî Demîr bû Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê.

Serokê nû yê HAK-PAR’ê Fehmî Demîr, piştî hilbijartina xwe ji Dengê Amerîka re Kongreya HAK-PAR’ê û xebatên ser pirsa Kurd li Tirkîyê peyivî.

Birêz Demîr got, “Kongreya me pir baş derbas bûye û tê de peyamên girîng li ser pirsa Kurdistanê hatine dayîn.”

Wî da zanîn, ew ê xwe ji hilbijartinên giştî yên Tirkîyê ku li sala 2015 pêk tên re amade bikin û HAK-PAR wek yekane partiya Kurd ku li Tirkîyê mafê wê heye beşdarî hilbijartina giştî bibe bi nav kir.

“Em ê hewil bidin têkiliyê bi partî û grûbên din yên Kurd re jî deynin da ku ligel hev beşdariya hilbijartinên 2015’an bikin.”

Birêz Demîr li ser Peymana Dihokê ya navbera Partîyên Kurdistana Sûrîyê got, “Şika me ew e ku PYD vê yekîtiyê wekî taktîkî bibîne. Ger wek stratejî bibîne, wê di demeke kurt de hemû deverên Kurdistana Sûrîyê azad bibin.”

Serokê HAK-PAR’ê li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkîyê jî wiha peyivî:

“Emê jibo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkîyê bi berdewamî piştgirîyê bidin dîyalogê, rêbazên aştîyane û demokratîk.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG