Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pêşmerge Berê Xwe Didin Kobaniyê


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Berdevkê hêzên Pêşmegeyên Kurdistana Îraqê dibêje, bi dehan şervanên wan dê herin Tirkiyê û ji wir derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bibin.

Helgurd Hikmet dibêje, hêzên Pêşmerge îro Sêşemê ji Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê derdikevin.

Hefteya bûrî, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku hêzên wê yên Pêşmerge herin Sûriyê da ku piştgiriya Kurdên Sûrî di şerê li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî de li Kobaniyê bikin.

Heta nuha, biryar e 150 Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê bi riya Tirkiyê derbasî Kobaniyê bibin.

XS
SM
MD
LG