Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendên Hawarçûnê li 18 Madenkarên Ase yên Tirk Digerin


Fotoyek ji qazaya madenê li Soma, Tirkîye
Fotoyek ji qazaya madenê li Soma, Tirkîye

Piştî qazaya madena komirê li Tirkîyê ku do Sêşemê qewimîbû, jibo 18 madenkarên asemayî hewlên rizgarkirinê didomin.

Xizmên madenkarên ase bi çavên xembar li benda nûçeyeke baş man ku hezkirîyên wan bêne rizgar kirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jiber wê malwêranîyê pîrozbahîyên Roja Komara Tirkyîyê betal kirin.

Hate ragihandin ku Erdogan wê herwiha serdana navçeya Ermenek ya Konyayê bike ku qaza lê qewimîbû.

Karbidestên Tirk dibêjin îhtîmeleke pir kêm e ku karkerên asê bi saxî werine filitandin.

XS
SM
MD
LG