Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Cebhet el Nusra li Nêzîk Sînorê Tirkiyê Kom Dibe


Çalakvanên Sûrî dibêjin, şervanên el Qayîde li bajarokekî Sûriyê yê sînorî kom dibin, di hewildanekê de jibo xaleke sînorî ligel Tirkiyê ji dest serhildayên Sûrî derxînin.

Çalakvan Eseed Kenco îro Duşemê got ku şervanên Cebhet el Nusra xwe li bajarokê Sermeda yê parêzgeha Idlib kom dikin. Ev bajarok dora 6 kîlometran dûrî xala sînor ya Bab el Hewa dikeve.

Eger şervanên Cebhet el Nusra ev xal kontrol kirin, ewê rê li ber anîna alîkariya jibo serhildayên Rojava piştgiriya wan dike, were girtin.

Çalakvanê Sûrî got, ev bûye çend roj şervanên el Nusra li wir kom dibin, wekî beşek ji êrîşa wan ya vê dawiyê li ser parêzgeha Idlibê. El Nusra gelek bajarok û gund ji destê serhildayên Sûrî derxistine, bi taybet jî ji destê Bereya Şoreşa Sûrî ya ku welatên Rojava piştgiriya wê dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ev agahî piştrast kiriye.

XS
SM
MD
LG