Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Xwepêşandanên Dijî Amerîka Birêve Diçin


Li Tehran, bi hezaran hemwelatiyên Îranî yên dijî Amerîka, bi silogana (Ketin ji bo Amerîka), boneya destdanîna ser balyozxaneya Amerîka vejandin, ku di sala 1979an de li Tehran hatibû dagirtin.

Xwepêșandanên roja Sêșemê li paytexta Îranê, fișaran datîne ser serokê nermerê Hessan Rûhanî, piștî hefeyekê ji kombûna di navbera Amerîka û berpirsên Îranî de, li dor pirograma wan a atomî.

Xwepêșandan ji aliyê radîkalan ve hate rêxistin, û xwepêșanderan her wiha siloganên wek (mirin ji bo Israîl ) û (mirin ji bo Brîtaniya) digotin.

Hêjayî gotinê ye, di sala 1979 an de, xwenedekarên Îranî yên çekdar ku balyozxana Amerîka weke navendeka pîlanan dijî netewa Farisî didîtin, wan 52 hemwelatiyên Amerîkî bo 444 rojan girtin. Û pêwendiyên herdû welatan ji wê demê de hîn baș nebûne.

XS
SM
MD
LG