Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî di Hilbijartinan de Serkeftineke Mezin Dest Xistin


Senatorê Kentucky McConnell
Senatorê Kentucky McConnell

Di hilbijartinên do Sêşemê de Komarî piranîya Senatoya Amerîkî dest xistin û hejmara kursîyên nav Civata Nûneran jî zêde kirin.

Bi vî awayî, di du sala dawî ya seroktîyê de, Serok Barack Obama wê bi Kongreseke piranî di destê Komarîyan de kar bike.

Berî hilbijartinên dohî Demokrat 55 ji 100 kursîyên Senatê kontrol dikirin, lê Komarî, herî kêm 7 kursîyên nû li Arkansas, Colorado, Iowa, Montana, North Carolina, South Dakota û West Virginia qezenc kirin.

Heta vê demê encamên pêşbirka Senatê ya sê eyaletan hîn jî ne dîyar e.

Di hilbijartinên Civata Nûneran de jî Komarî, bi kêmî ve 9 kursîyên nû wergirtin û piranîya destê xwe hîn xurtir kirin.

XS
SM
MD
LG