Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Nema Dirav Dişîne Herêmên Bin Kontrola Serhildayan


Serokê Ukrayna Petro Poroshenko û serokwezîr Arseniy Yatsenyuk

Ukrayna îro Çarşemê radigihîne ku ewê nema dirav jibo deverên li rojhilata welêt xerc bike ku vê gavê di bin kontrola serhildayên ser bi Rûsya ne.

Serokwezîr Arseniy Yatsenyuk got, heta ku hin beşên Donetsk û Luhansk di destê “terotîstan” de bimînin, ji budceya hikûmetê qet pere neçin wan deverana.

Birêz Yatsenyuk ku ew şîrove di civîna kabîneyê de got, hikûmeta wî bi berdewamî xîzmetên gaz û elektrîk raberî wan herêmana bike.

Hermên Donetsk û Luhansk wek gaveke hember helswesta Kîev, roja Yekşemê hilbijartinan li herêma otonom kirin.

Hêjayî gotinê ye heta niha xencî Rûsya ti welat pênasînê bi wan hilbijartinan nekirin û Amerîka û NY rexneyên tund li wê biryarê girtin.

XS
SM
MD
LG