Polîsên Îsraîlî dibêjin, zilamekî Fîlîstînî otomobîla xwe li Orşelîm, bi mebest ajot ser şenîyeke Îsraîlî û 1 kes kuşt.
Karbidest didine zanîn ku di bûyerê 9 kes jî birîndar bûn ku hinek ji wan kesan polîs in.
Ew bûyer piştî pevçûna navbera polîsên Îsraîlî û Fîlîstînîyan qewimî ku Fîlîstînî li nêzîkî zîyaretgeheke pîroz bi keviran êrîşî polîsan kiribûn.
Nîjadperestên Cîhu raghandibûn ku ewê seredana wî zîyaretgehê bikin û ew jî bibû nerazîbûna Fîlsîtînîyan.
Hevdem, Urdun jî di hewleke şermezarkirina êrîşên Îsraîlê li ser Mizgefta El Aqsa û Orşelîma Rojhilat de, balyozê xwe li wî welatî paşve kişand.