Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Efrîqaya Rojava jibo Nermkirina Krîza Sîyasî li Burkina Faso ne


Serokê Demkî yê Burkina Faso Isaac Zida û Serokê Nîjerya Goodluck Jonathan

Şandeyeke rêberên Efrîqaya Rojava li Burkina Faso ne ku krîza sîyasî nermtir bikin ku bi karvekêşana serokê dûrdemî Blaise Compaore derketibû.

Serokên Gana, Nîjerya û Senegal îro Çarşemê giheştin paytaxt Ouagadougou û ligel rêberên olî û sîyasî yên Burkina Faso civîn.

Her sê rêberên cîra herwiha bi serokê demkî Isaac Zida re, ku ji alîyê artêşê ve hatibû destnîşan kirin, jî hevdîtinek kirin.

Li gor nûçegîhanê Dengê Amerîka, serokên Gana, Nîjerya û Senegal daxwaz ji rêberên olî, civakî û sîyasî kirin ku berbijarên xwe destnîşan bikin ku hikûmeteke demkî pêk bînin.

XS
SM
MD
LG