Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Human Rights Watch: Gurûpa Dewleta Îslamî Zarokên Kurdên Sûriyê Êşkence Kirin


Rêxistina mafê mirov Human rights watch ku bingeh li New York e dibêje, gurûpa Dewleta Îslamî meha gulanê derdora 250 zarokên Kurd revandin, dema ew ji parêzgeha Helebê vedigeriyan Kobaniyê piștî ku ezmûnên xwe yên dibistanê kirin.

Çekdaran di destpêkê de 100 keç azad kirin lê 153 law hîștin. Ji bo lawan ew destpêka mehên zor û êșkenciyê bû. Mezina lêkolerên Human rights Watch li Tirkiyê, Emma Sinclair Webb dibêje:

“ Wan hîștin ku zarok li vîdyoyên șer û serjêkirinan temașekin, û her wiha ew perwerdeyî tiștên olî kirin û xistin bin sîstemeke hișk ji nimêj û xwendinê. Wan hîșt zarok fêr bibin çawa lêdan û êșkenciyê bikin.”

Hinek zarok karibûn birevin, di dema ku hinekên din hatin guhertin bi çekdarên girtî li nik șervanên Kurd yên berevaniya Kobaniyê dikin ku niha gurûpa Dewleta Îslamî ew dorpêç kiriye.

Hefteya buhurî 25 zarok hatin berdan ku piraniya wan ji malbatên girêdayî partiya PYD ne.

Lêkolera Human Rights Watch rêzdar Webb dibêje, xerabtirîn danûstandin dibû bi wan zarokên girêdayî bi șervanên Kurd yên ku șerê çekdarên Dewleta Îslamî dikin li Kobaniyê:

“ Zarokan ji mera got,yên ku çekdarên Dewleta Îslamî nasdikir ew nêzîkî hêzên YPGê ne, dihatin veqetandin û danûstandineka pir xerab bi wan re dibû. Ew zor û êșkence dikirin, dixistin hindirê tayeran û bi wî halî li wan dixistin,wan zarok didaliqandin, destê wan li pișta wan grêdidan û lingên wan jî grêdidan û ew bi banî ve didaliqandin.”

Azadkirina zarokan ew nebû nîșana dawiya serbora wan a xemgîn,Webb dibêje:

“ Tiștê hîn bi êș ewe ku zarok nikarîbûn vegerin Kobaniyê, diviya ew werin Tirkiyê, çimkî Kobanî dorpêç kiriye, ji bo vê yekê ew hatin xwediyên xwe li Tirkiyê li bajarê Sirûcê dîtin û me li vir hevdîtin li gel wan kirin.”

Gurûpa Mafê Mirov dibêje, serborên zarokan diyar dikin ku zarok berdewamin wek qurbanên șerê navxweyî li Sûriyê û Iraqê. Webb dibêje zordariya li zarokan ne tenê girêdaye bi gurûpa Dewleta Îslamî ve:

“ Danûstandina ne baș li gel zarokan ji aliyê Dewleta Îslamî ve, ew tiștekî ne seyre di nava wêneya berferh yên stemkariya ku șer gihandî zarokan. Kuștin û mayîna bê șûn û war. Bi giștî hemî nifș niha perwerdeyê wernagirin, çimkî ew bêwarin û wekû penaberan li welatên derdorê dijîn.”

Webb dibêje, ji ber ku ew zarokên ku hatibûn girtin niha li gel malbatên xwe di kampên penaberan de, li Tirkiyê dijîn, ne diyare ku ewê bêne dermankirin ji wan serborên dijwar yên ku têre derbasbûyî.

XS
SM
MD
LG