Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NATO Seredana Afganistanê Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ku nû hate hilbijartin, di seredaneke neragihandî de îro Pêncşemê çû Kabul.

Stoltenberg ji Afganîyan re got, NATO wê bi berdewamî piştgirîya welatên wan bike, piştî ku hêzên hevalbendî di dawîya vê salê di ji wî welatî derkevin.

Stoltenberg dîyar kir ku bi vekêşana hêzên çerker ji Afganistanê rûpeleke nû li wî welatî de vedibe û gelê Afganî çarenivîsa xwe digirin destê xwe.

Jens Stoltenberg, di çarçoveya seredana xwe de ligel Serokê Afganistanê Ashraf Ghan û Rêvebirê Giştî Officer Abdullah Abdullah û rêberên payablind yên Hêza Alîkarîya Ewlekarî ya Navnetewî (International Security Assistance Force) jî hevdîtinan bike.

XS
SM
MD
LG