Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên Ser Gruba Terorîst Xorasan Zêde Dike


General Lloyd Austin
General Lloyd Austin

Generalê Amerîkî, ku sere dijî Dewleta Îslamî li Sûrîye û Îraqê rêve dibe, ragihand ku hêzên Amerîkî jimareke êrîşên nû li hember gruba Xorasan ya girêdayî El Qayde kir.

General Lloyd Austin, ku fermandarê berpirs yên operasyonên leşkerî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn e, do li Washingtonê got, ew hîn jî karîgerbûna êrîşên esmanî dipîvîn ku bizanin ew êrîş çiqas feyde dikin.

Pentagon bawer dike ku gruba Xorasan ku peywendî ligel Nusra heye ku ew jî nûnerê El Qayde ya li Sûrîyê ye, hazirîya êrîşên li Ewropa û Amerîka dike.

XS
SM
MD
LG