Şerê di navbera șervanên Kurd û çekdarên Dewleta Îslamî de li Kobaniyê bû sedema guhertinên girîng ji hêla helwesta navnetewî ji bo qebûlkirina Tirkiyê di Yekîtiya Ewropa de û rakirina navê PKKê ji lîsta terorê ya cîhanî.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de parêzer Dr. Sêvê Îzol-Aydin got ku welatên Ewropî nerîna xwe ji aliyê Kurdan ve diguherîne û di heman demê de jî helwesta Tirkîyê ji şerê Kobanê ve rexne dike.
Birêz Îzol-Aydin dibêje, sîyaseta navnetewî êdî xwe ji aliyê pirsgirêka Kurdî ve diguherîne û rêzê li xebata wan ya li dijî DAIŞ û komên Îslama radîkal ve dikin.
Jibo guhdarîkirina dirêjîya vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî klîk bikin.