Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendekî Revandî yê NY li Yemenê Hate Azadkirin


Neteweyên Yekbûyî dibêje, yek ji karmendên wê ku berî bêtirî salekê li Yemenê hatibû revandin, nuha hatiye azadkirin û ew di rewşeke baş de ye.

UNICEF got, James Massaquoi, endazyarê avê yê ku li Oktobera 2013ê hatibû revandin, do Şemiyê hate azadkirin.

Rêxistina navneteweyî got ku Massaquoi li Yemenê kar dikir jibo alîkariya pêşkêşkirina av û xizmetên paqijiyê bo zarokên xwecihî.

Revandin diyardeyeke belav e li Yemenê, welatê ku hikûmet lê di ber xwe de dide jibo rawesandina Îslamiyên ser bi el Qayîde ve.

XS
SM
MD
LG