Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistineke Cîhadî ya Misirî Piştgiriya Xwe jibo Bexdadî Eşkere Dike


Rêxistina mîlîtan ya herî tundrê li Misirê piştgiriya xwe bo rêxistina Dewleta Îslamî ragihand.

Rêxistina Ensar Beyt el Meqdis îro Duşemê ragihand ku ew piştgiriya xwe dide rêberê Dewleta Îslamî Ebû Bekir el Bexdadî.

Rêxistina cîhadî ya Misirî ev piştgirî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir û Bexdadî wekî Xelîfe binav kir. Wê herwiha bang li Misilmanan kir ku piştgiriya Bexdadî bikin.

Karbidestên pilebilind yên Îraqî do Yekşemê ragihandin ku Bexdadî di êrîşeke esmanî de hatibû birîndar kirin, lê Wezareta Berevaniya Amerîkî dibêje, ti agahî di vî derbarî de li cem tune ne.

Wezîrê Berevaniya Îraqê Xalid el Ubeydî jî peyamek li ser rûpela xwe ya Facebook belav kir, tê de piştrast kir ku Bexdadî roja Înê di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li bajarê Mûsilê birîndar bûye.

Wezareta Navxweyî ya Îraqê jî ev nûçe jibo ajansa Associated Press piştrast kir. Hinek raportên din jî dibêjin ku alîgirekî nêzîkî Bexdadî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG