Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Di Rojên Pêş de Ewê Mizgîniyek ji Kobaniyê Were


Şerê giran li bajarê Kobaniyê her berdewam dikin. Li gorî tê ragihandin, şervanên Kurd ku ji Pêşmerge û Yekîneyên Parastina gel (YPG) ligel hinek komên din wekî Şems el Şemal, hevkariya xwe li ser hemû bereyên şer didomînin.

Çalakvan li bajêr dibêjin ku li başûr û rojhilatê Kobaniyê, hêzên Kurd destkeftan pêk tînin.

Ev yek tê, di demekê de ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kiriye ku hêzeke wê ya çekdar amade ye jibo berê xwe bide Kobaniyê.

Şervan, çalakvanekî ragihandinê ye ligel Ketîbeyên Şems el Şemal yên ku li Kobaniyê şerê DAÎŞ dikin. Ew ji Dengê Amerîka re dibêje, di çend rojên pêş de, ewê mizîngiyeke xweş ji Kurdan re were û ewê gelek guhertin çê bibin.

Dirêjahiya hevpeyvîna ligel Şervan di vê fayla deng de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00

XS
SM
MD
LG