Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Ser Leşkerên Amerîkî Endamên TGB’ê Hatin Girtin


TGB
TGB

Komeke bizavkarên ji Yekîtîya Ciwanên Tirkîyê (TGB) li Stenbolê êrîş birin ser leşkerên Amerîkî û çiwal xistin serê 3 ji wan leşkeran.

Leşkerên Amerîkî ji tedbîqateke leşkerî ya NATO’yê ku li Behra Reş bi rê ve çû vedigerîyan nav yekîneya xwe ya keştîya li perava Stenbolê girê dabû.

Gruba bizavkar roja Çarşemê li nêzî keştîya Amerîkî ya şer bi navê USS ROSS ev êrîş pêk anîn.

Wan leşkerên Amerîkî dorpêç kirin û bi dirûşmên dijî deshilata Amerîkî yên mîna, ‘Em we li vir naxwazin, herin mala xwe’ êrîş birin ser leşkeran.

Endamên vê grubê piştre jî li ser sedema vê êrîşê ragihandin, “Çawa ku me bihîstîye gemîyeke leşkerî ya Amerîkî li peravên Stenbolê ye, em jî ketine nav tevgerê û jibo vê çalakîyê me xwe amade kirîye.”

Ciwanên êrîşkar, li ser çewal xistina serê leşkerên Amerîkî jî dibêjin, “Me tola çiwal xistina serê leşkerên Tirk yên li Îraqê ku li sala 2003’yan ev kiryar pêk hatibû, standiye.”

Balyozxaneya Amerîka ya Tirkîyê ev êrîşa ser leşkeran bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

“Em wan dîmenên ku êrîşê li 3 leşkerên Amerîkî dikin, wek dîmenên pir kirêt dinirxînin. Her ku hurmeta me ji protestoyên aştîyane û azadîya ramanê re heye jî, em vê êrîşa pêk hatiye şermezar dikin. Em dizanin ku piranîya gelê Tirkîyê mêvanperwer e û bêguman ew ê jî li dijî vê rûdanê derkevin.”

Polîsên Stenbolê 12 endamên TGB’ê ku xwedî li kiryara xwe ya dijî leşkeran derketin girtin û jibo lêpirsînê şandin ber dozgerîyê.

Êrîşa ser leşkerên Amerîkî ji bilî Tirkîyê li dinyayê jî deng veda ku jiber ewlehîya leşkeran nestandiye rexne li Tirkîyê têne kirin.

ST_11-13_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG