Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandêrên Tirk ku Êrîşî Leşkerên Amerîkî Kiribûn Hatin Berdan


Karbidestên Tirk 12 endamên komeke nîjadperest yên Tirk berdan, piştî ku ew jiber êrîşên hember leşkerên Amerîkî hatibûn binçav kirin.

Ajansa Dogan ya Tirk radigihîne ku 12 berguman îro Pêncşemê bi îhtîmala standina hin cezayên derketin pêş dadgehê, lê ji alîyê dozger ve hatin berdan.

Di êrîşa do Çarşemê de koma Yekîtîya Ciwanên Tirkîyê (TGB) ya tundnijad êrîşî deryavanên Amerîkî kiribûn û tûrik danabûn ser wan.

Xwepêşandêr herwiha diruşmên wek “"Yankee Go Home anku Amerîkî Herin Mala Xwe" bilind kiribûn û leşkerên Amerîkî wek merivkuj nav kiribûn.

XS
SM
MD
LG