Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudana Başûr Xartum bi Êrîşên Esmanî Sûcdar Dike


Sudana Başûr cîrana xwe Sudan sûcdar dike ku li ser tixubê wê êrîşên esmanî pêk anîne û herî kêm 6 kes birîndar kirine.

Karbidest dibêjin, firokên Sudanî do Çarşemê devera Maban ya li herêma Upper Nile li Sudana Başûr bomberan kirin.

Firokên Sudanî herwiha li ser herêma xwe ya Blue Nile jî êrîşên esmanê pêk anîn û serhildayan kir amanc ji sala 2001ê vir ve dijî hikûmeta Xartum şer dikin.

Li herêma Upper Nile ya Sudana Başûr pirtir jî 100 hezar penaber hene ku ji şerê li Blue Nile revîne.

XS
SM
MD
LG