Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Rûsya Gefe ye li Ser Cîhanê


Serok Obama li Zanîngeha Queensland, Australia.

Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, Amerîka rêberiya cîhanê dike li rikaberiya dijminahiya Rûsya li dijî Ukraynayê.

Di gotarekê de li Zanîngeha Queensland li Australia, birêz Obama got ku Rûsya gefeyeke li ser cîhanê, wekî ku çawa di daxistina balefira MH 17 de hate xuyakirin. Serok Obama behsa xistina Balefira Malezyayî li Tîrmeha bûrî dikir dema di ser esmanê Ukraynayê re ber bi Kuala Lampur ve diçû.

Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko dibêje, rewş li rojhilatê Ukraynayê divê bi riya diyalogê ligel cudaxwazên ser bi Rûsya ve were çareserkirin. Lê belê, birêz Poroshenko do Înê got ku artêşa Ukraynî amade ye û dikare şer bike eger agirbest bi temanî hate şikandin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin gotiye ku ew dixwaze bigihêje lihevkirinê ligel Ukraynayê, lê Kremlin red dike ku leşker an jî çekên Rûsya li deverên jêr Kontrola serhildayan li Ukraynayê hebin.

XS
SM
MD
LG