Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan û Pakistan Gotûbêjên Xwe Bidawî Dikin


Rêberên Afganistan û Pakistanê li Îslamabad kom bûn jibo gotûbêjkirina girjî û aloziyên ku bêtirî deh salan peyda bûne di navbera herdu welatên Misilman de.

Serokên herdu welatan û herwiha karbidestên pilebilind îro Şemiyê gotûbêjên xwe bidawî anîn.

Rojekê piştî destpêbûna gotûbêjan roja Pêncşemê, serokê Afganî yê nû Eşref Xenî gihişt Pakistanê jibo gotûbêjên rû bi rû ligel Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf li Îslamabada paytext.

Herdu rêberan banga hewildaneke hevbeş kirin jibo rawestandina tundrêbûn û terorê.

Serokê berê yê Afganistanê Hamid Karzai bi awayekî herdem Pakistan bi wê yekê tawanbar dikir ku ew çavê xwe ji ser mîlîtanan digirt, ewên ku êrîş li deverên hozan bikin. Pakistanê jî digot ku Kabul nikarîbû parastina sînorên xwe bike.

XS
SM
MD
LG