Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dempsey bi Serdan Digihêje Bexdayê


Martin Dempsey.
Martin Dempsey.

Fermandarê Hêzên Hevbeş yên Amerîkayê di serdaneke neragihandinî de gihişt Îraqê.

General Martin Dempsey, karbidestê leşkerî yê herî mezin li Amerîka, îro Şemiyê gihişt Bexdayê da ku gotûbêjan ligel komandarên Amerîkî û karbidestên Îraqê li ser qoxana were ji firehkirina şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî bike.

Hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi serkêşiya Amerîka bi awayekî rojane êrîşên asmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî li nav Îraqê pêk anîne.

Serdana Dempsey tê, rojekê piştî ku hêzên hikûmeta Îraqî mîlîtanên Dewleta Îslamî ji bajarokê Bîjî yê bakurê Bexdayê derxistin. Refînereke neftê li vî bajarokî dikeve. Bîjî wexteke zûtir îsal ketibû destê cîhadiyên Dewleta Îslamî.

Serokê Amerîkî Barack Obama vê dawiyê rê da şandina dora 1500 leşkerên din yên Amerîkî bo Îraqê, wekî beşek ji karê wan yê şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî. Karbidestên Koçka Spî dibêjin, ewê ev leşkerî şer bi awayekî rasterast nekin, lê ewê bêtir alîkarî û şîretê bidin hêzên Îraq û Pêşmergeyan jibo şerê rêxistina Îslamî ya tundrê.

Serok Obama dê herwiha daxwaza 5.6 milyar dolar ji Kongresê bike jibo piştgiriya vê kempeynê. Karbidestên rêvebiriya Obama dibêjin, ewê beşek ji van pereyan biçe jibo vekirina navendan li Bexda û Hewlêrê da ku piştgirî bê dayîn bo hêzên Îraqê û pêşmergeyan.

XS
SM
MD
LG