Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Beşîkçî: Wê Kurd di Şerê DAIŞ’ê de Bi Ser Bikevin


Dr. Ismail Beşikçî.
Dr. Ismail Beşikçî.

Civaknasê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Stenbolê Pêşengeha Pirtûkan ya Navnetewî bi sernavê ‘Li Qada Navnetewî Nîzama Dijî Kurd û Ferasata Kurd a Bilind’ gotarek pêşkeş kir.

Civîna ku ji alîyê Weqfa Beşîkçî ve hate lidarxistin bi moderatoriya rêvebirê Weqfê Ahmet Onal û beşdarîyeke xurt a guhdaran birêve çû.

Civaknas Beşîkçî, di axaftina xwe de bi bîr xist, di dawiya sedsala 19 û destpêka sedsala 20’an de, anku li serdemeke ku behsa dîyarkirina çarenûse gelan dihate kirin de, hêzên navdewletî li dijî hebûn û dewletbûna Kurdan rawestiya ne.

Wî da xuya kirin, “Serjimariya Kurdan bêhtirî 50 milyonan e, lê belê gelek dewletên bi serjimariya 50 hezar kesan hene û pirs dike, ‘Çima Kurd hê jî nebûne xwedî dewlet?’.”

Mamoste Beşîkçî balê kişand ser ku li beşên Kurd yên di bin deshilatiya Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyê de, jiber ku naxwazin hejmara rast a niştecihên Kurd derkeve holê ti caran hejmara Kurdan nehatiye dîyar kirin.

“Kurd li her parçeyê ku lê dijîn, mîna li dema Sedam Huseyîn bi ceribandinên gazên kîmyewî re rûbirûyî enfalê bûne û li Dersîmê jî li sala 1938’an ji alîyê deshilata Tirkîyê ve rastî komkujîyan hatine.”

Beşîkçî got, “Rûm û Ermenên li Tirkiyê û Stenbolê jî jiber ku ne xwedî dewlet bûn, wê demê rastî komkujî û awarebûnê hatine ku niha em dikarin fêm bikin bê çima li Şengal û Kobanê Kurd bi êrîşên qirkirinê re rûbirû dimînin.”

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî piştî pêşkeşkirina gotarê ji Dengê Amerîka re li ser êrîşên DAIŞ’ê dîyar kir, “Piştî êrîşên DAIŞ’ê û berxwedana Kurdan, xuya dibe ku di nîzama navnetewî ya dijî Kurd de hinek guherîn çêbûye.”

“Ev têkoşîneke girîng e ku Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê berxwe didin. Em dibînin ku hin welatên rojavayî jî bi awayê lojîstik û leşkerî alîkariya Kurdan dikin. Niha tenê Kurd li dijî DAIŞ’ê şer dikin û DAIŞ jî tenê şerê Kurdan dike. Yanî DAIŞ jibo ku Kurd nebin xwedî statuyekê şerê wan dike. DAIŞ dema vî şerî dike jî ji hin dewlet û derdoran alîkarî distîne. Lê Kurd jî bi mebesta ku bibin xwedî statuyekê û rêvebiriya Herêma Kurdistanê bihêz bikin têkoşînê didin. Bi baweriya min wê ev têkoşîna Kurdan bi ser bikeve.”

Civaknas Beşîkçî, li ser navê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Pêşenga Pirtûkan ya Stenbolê ku sibe Yekşemê roja dawî ye, tevî hemû lêkolîn û berhemên xwe beşdarî dike û pirtûkên xwe ji xwendevanan re îmze dike.

Ismaîl Beşikcî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG