Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Nû yê Girava Okinawa ya Japonê li Dijî Bingeha Amerîkî ye


Sindoqên dengdanê li girava Okinawa ya başûrê Japonê nîşan didin ku dengdaran fermandarekî nû hilbijartine. Ev fermandar li dijî planên veguhestina bingeheke leşkerî ya Amerîkî bo cihekî din kêm xelk li ser giravê.

Li şûnê wê yekê, Takeshi Onaga dixwaze bingeha Futenma ya Marines Amerîkî ji hemû giravê bi temamî were hilanîn.

Serkeftina çaverêkirî ya Onaga gefeyê li hewildanên Washington û Tokyo dikin jibo çareserkirina kêşeyên kevin derbarê paşeroja hebûna leşkerî ya Amerîkî li giravê. Japon daxwaza peywendîne tengtir di warê ewlekariyê de ligel Amerîka dike, jiber zehmetiyên herêmî yên nû ji aliyê Çînê ve.

Ajansa Kyodo ya nûçeyan li Japonê yekser piştî girtina navendên dengdanê ragihand ku Onaga dê bêguman rikaberê xwe Hirokazu Nakaima têk bibe. Nakaima piştgiriya partiya Serokwezîr Shinzo Abe werdigirt û dixwest bingeha leşkerî ya Amerîkî ji nav bajêr bibe bo cihekî kêmtir xelk li dijîn.

XS
SM
MD
LG