Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Coteke Teqîn li Bexdayê bi Dehan Qurbanî li Dû Xwe Dihêlin


Wêne ji arşîvê ye.

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama coteke teqînên trimbêlan de li du deverên bazirganî li Bexdayê, bi kêmî 14 kes hatin kuştin û 31 kesên din birîndar ketin.

Di teqîna yekê de, trimbêlek li taxa Meştel ya rojhilatê Bexdayê teqiya. Karbidestên polîs gotin ku bi kêmî heşt kes tê de hatin kuştin û 15 kesên din birîndar ketin.

Di teqîna duwem de jî, trimbêlek li taxa Amiriye ya rojavayê Bexdayê teqiya. Di wê teqînê de jî bi kêmî şeş kes hatin kuştin û 16 din birîndar ketin.

Karbidestên nexweşxaneyê jimara qurbaniyan piştrast kirin. Wan navê xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû ligel rojnamevanan baxivin.

Di dema dawî de êrîşên wisa hema bi awayekî rojane li paytexta Îraqê çê dibin. Piraniya êrîşan taxên piranî Şîa li Bexdayê dikin armanc. Lê bi giştî rêjeya tundûtûjiyê kêmtir e ji ya ku li navbera salên 2006 û 2007 diqewimî.

Di teqînên Îro Duşemê de, ti alî berpirsiya wan demûdest nexistiye stûyê xwe.

XS
SM
MD
LG