Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşekî Din yê Ebola li Amerîka Mir


Navenda bijîşkî li Nebraska, Amerîka, dibêje bijîşkê ji Sierra Leone ku li wir jiber Ebola dihate dermankirin, mir.

Nexweşxaneyê îro Duşemê daxuyaniyek derxist, tê de got ku Martin Salia jiber egerên pêşketî yên vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest da.

Salia sêyem nexweş bû ku li wê nexweşxaneyê dihate dermankirin. Ew herwiha duwem nexweş bû ku jiber vîrûsê li Amerîka dimire.

Rêxistina Saxlemiya CÎhanî (WHO) roja Înê ragihand ku jimara qurbaniyên Ebola hinekî bilindtir bûye. WHO dibêje, 5177 kes ji eslê 14413 haletên nexweşiya Ebola heta nuha li seranserî cîhanê mirine.

XS
SM
MD
LG