Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Hevwelatiyekî Fransî di Vîdyoya Serjêkirina Kassig de Bû


Fransa dibêje, hevwelatiyekî wê li nav mîlîtanên Dewleta Îslamî xuya dike, ewên ku hevwelatiyekî Amerîkî di vîdyoyekê de serjê dikin.

Wezîrê Hundir yê Fransayê Bernard Cazeneuve îro Duşemê ew kes bi navê Maxime Hauchard yê 22 salî da nasîn. Hauchard berî bêtirî salekê çûbû Sûriyê piştî maneke kin li Mauritania.

Karbidest hewil didin bizanin ka gelo hevwelatiyekî din yê Fransî li nav 16 cîhadiyên ku di vîdyoyê de derdikevin, peyda dibe. Di vîdyoyê de ew mîlîtan ligel serê Peter Kassing yê jêkirî û bi kêmî 18 leşkerên Sûrî tên nîşandan.

XS
SM
MD
LG