Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Zerîf: Rêkeftina Îranê ya Navokî Pêkane Ye


Wêne ji arşîvê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, ew hêvîdar e ku Amerîka û gurûpa pênc hêzên din yên cîhanê karibin bigihin rêkeftinekê bi Îranê re, li dor programa wê ya navokî, lê ewê çi pêșbîniyan di vê derbarê de neke.

Șandên guftûgoyê, ji Îran û gurûpa ku wekî 5+1 tê binavkirin anku, Amerîka, Brîtaniya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya ewê careke din li Vienna kom bibin.

Wan kêmtirî hefeteyekê maye ku bigihin rêkeftinekê berî bidawîhatina dema wê, di 24 vê mehê de.

Di axaftina ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond, Kerry ev hefte wekû hefteyeke rijdî anî ziman û got,”birastî pêwist e Îran ligel me di her astekê de kar bike, da ku ji cîhanê re diyar bike programa wan aștiyane ye.”

Medya Îranî li gor Wezîrê Derve yê Îran Cewad Zerîf dibêje, rêkeftin hîn pêșbîn e, lê wî hușdarî da aliyê navnetewî ku daxwazên zêde ji Îranê nekin.

XS
SM
MD
LG