Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Mihemed Arif Elî: Bijîşkên Kobaniyê li Jêr Bombe û Hawinan Karê Xwe Dikin


Berdewamiya şerê Kobaniyê li dijî çekdarên Dewleta Islamî roj bi roj bihêztir dibe û dibe sedema astengiyan li ber dana alîkariya mirovahî li nav bajêr. Şer herwiha kar û tevgera karmendên xwebexş zor û dijwar dike û nahêle bijîşk guhdanê bi birîndaran bikin.

Dr. Mihemed Arif Elî yek ji bijîşkên xwebexş e li Kobaniyê ku di bin metirsîna bombe û hawinan de kar dikin, rewşa birîndaran dişopîne û wan derman deke. Dr. Elî ji Dengê Amerîka re got, "Kobaniyê bûye kela berxwedanê li dijî hêzên tundrê û ew roj bi roj di berxwedana xwe de bi ser dikeve."

Herwiha Dr. Mihemed li ser kêmbûna alavên tenduristiyê û saxlemiyê dibêje ku "ew astengiyên mezin didin ber karê me". Ew wiha jî hikûmeta Tirkiyê bi nedana alîkariyê û vekirina sînorê xwe li ber wan alîkariyan, tewanbar dike.

Havpeyvina Dr.Mihemed Arif Ali_11_18_LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00

XS
SM
MD
LG