Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY li Ser Rekorda Mafên Mirov ya Koreya Bakur Dengdanê Dike


Neteweyên Yekgirtî îroj Sêșemê dengdanekê li dar dixin li dor biryarekê ku daxwaza dadegehkirina Korya Bakur dike ji bo Dadgeha Gunehkariya Navnetewî li ser gunehên wê yên dijî mirovahiyê.

Tê pêşbînkirin ku ev biryara ne pêgir e ku bi sanahî biserkeve û piraniya dengan wergire ji bo derbasbûna wê bo komîta sêyem a Komeleya Giștî ku ew li ser dozen mafên mirov kar dike.

Biryara ku Japon û Yekîtiya Ewropayê darêjtine, wê komîta Neteweyên Yekgirtî ya șopandina rastiyan ji xwe re kiriye bingeh, ku ronî dabû ser bi deh salan darvekirin, êșkence, destdirêjî û birçîkirina li Korya Bakur.

Greg Scarlatoiu, Birêvebirê Cîbecîkarê Komîta Mafên Mirov li Korya Bakur ku bingeha wê li Washington e, ji Dengê Amerîka re dibêje ew pêșbîn dike ku biryar derbas be bi 100 ta 120 dengan ji tevahiya 193 dengan.

XS
SM
MD
LG