Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Israîlê dibêje, Çekdarên Xeza Moşek Taqî Dikin


Leşkerê Israîlê ragehand, çekdaran li kertê Xeza moşek taqî kirin û wedyare bi merema diyarkirin şîyanêt xew ye, li demê tengeje li ser êrişa kujeka ya biser Kinêşta cihûyan zêde dibe.

Li demê 24 demjmêrên borî de çar moşek hatine teqandin lê aşkira nebûye çi core moşek bûn û çi piştraskirin ji alîyê karbidetên Filestînian li Kertê Xeza ne hatine dan.

Israîl û Hamas ewa devera Xeze kontirol dike bo demê 50 rojan li havîna vê Salê şer kiribûn ku 2100 Filestînî û 60 Israîlê bûne qûrbanî.

Israîli dibêjin merema êrîşê wan ragiritîna moşekên Hamas bûn lê niha moşekên wa heye bigehne Tel Avîv, Orşelîm-Qudsê û bajêrên di yên Israîli, girjî û alozi li vvê dawiyê xort bûne li ser codaberiya li ser cihên pîroz li Orşelîm-Qudsê ku cihê tirsa Mosilmanan û Cihûyan bixewe ve digît.

XS
SM
MD
LG